Karbidestê payebilind yê ewlehîya Hîndistanê Dependra Pathak îro Yekşemê dîyar kir ku ewê polîsên paytext New Delhi dê destûrê bide ku bi hezaran cotkar di heman roja di Cejna Neteweyî ya Komarê de, li navenda bajar xwepêşandanê dar bixin.
Dependra Pathak di civînek rojnamevanî de got ku polîsê bajêr ewê di 26'ê Rêbendanê de, piştî pirozbahîya Cejna Neteweyî ya Roja Komarê, bihêle ku nêzî 12.000 traktorên ser rêyên Delhî heya 100 km nezî navenda paytextê werin û xwepêşandana xwe bikin û weî got "Ev dê kareke gelek dijwar be. Lê, me wiha biryar da ku çareserîyeke aştîyane û aram pêk were."
Hevdem, Pathlak balkişand ku ew jibo ewlehîyê tedbîrên pêwîst digirin. Cotkaran dixwestin ku di 26'ê Rêbendana 2021'an de, Cejna Neteweyî ya Roja Komarê, dema ku Modi dê beşdarî pîrozbahîya hêzên leşkerî ya li paytext bibe, bi traktoran biçin navenda New Delhi yê.
Daxuyanîya di derbarê biryara polîsan de, piştî ku Dadgeha Bilind ya Hîndistanê roja Çarşemê daxwaznameya hikûmetê ya bo qedexekirina xwepêşandanê red kir, hate ragihandin.
Li Hîndistanê cotkar ev qasî du meh in, ku li herema derveyî paytexta welat li dijî qanûnên nû yên cotkariyê yên Serokwezîr Narendra Modi grev û xwepêşandanan pêk tînin.
Cotkar dibêjin ku ew qanûnên nû yên Modi ewê zararê bidin debara jîyana wan û alîkarîya kompanîyên mezin bikin.
Niha hikûmeta Modi ku dibêje reformên çandinîyê dê dahata cotkaran zêde bike piştî nerazîbûnên giştî karanîna reforman daye rawestandin.
Lê, cotkar dibêjin ku divê hikûmeta Modi ya li paytext New Delhi wan qanûnên bi tevahî betal bike.
Ji danûstandinên di navbera cotkaran û hikûmeta Modi de heya niha encamên êrenî derneketin e.
Ev pirsgirêka bi cotkaran re jî, ji dema ku Modi di 2019'an de jinûve hate hilbijartin vir ve, dijwarîya herî girîng e ku ew rûbirû maye.