Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê îro Sêşemê di 24 saetên dawî 1.113 mirinên jiber vîrusa korona ragihandin ku ew hejmera herî bilind ya di rojekê de ye.
Herwiha Wezaretê 75.809 bûyerên nû ragihand, ku hejmara giştî ya peketinên Hindistanê hema hema giheşt 4.3 mîlyon kesan.
Hîndistan bi hejmera bilind ya pêketinan di cihanê de piştî Amerîka di rêza duyê d e ye û piştî tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona bo zindîkirina aborîyê hate sist kirin, her diçe rêjeya bûyerên vîrusê bilin dibe.
Vîrusa korona li Hîndistanê heta niha 72.775 kes kuştine.
Zêdebûna bûyeran hinek jiber zêdebûna testan e. Li Hîndistan li seranserê welat rojane zêdetirî yek mîlyonek test tê çêkirin.
Herwiha heya niha hema hema 3.3 mîlyon mirov ji COVID-19 filîti ne.
Pandemî jibo Hindistanê di warê aborî de wêranker bû. Aboriya welat di çaryeka duyê de nezîkê % 24 daket, ku ev ya herî xirab di nav aboriyên sereke yên cîhanê de rewşa herî xirab e.