Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan 83.000 Pêketin û 1054 Kuştinên Nû yên Korona Radigihîne


Pandemîya vîrusa korona li Hîndistanê
Pandemîya vîrusa korona li Hîndistanê

Wezareta Saxlemîya Hîndistanê îro Sêşemê 83.000 bûyerên nû yên pêketina vîrusa korona ragihandin. Wezaretê da zanîn ku hejmera giştî ya wî welatî giheşt nêzîkê 5 mîlyonan.

Hevdem, wezaretê 1054 kuştinên nû yên bi sedema vîrusê ragihandin û hejmara giştî ya kuştinan jî bû 80.776.

Hîndistan bi 4.93 mîlyon bûyerên COVID-19 piştî Amerîka li cîhanê welatê duyê ye ku xwedîyê hejmara herî bilind ya pêketinên koronayê ye.

Bilindbûna rêjeya peketinên korona li Hîndistanê piştî sistkirina tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona berdewam dike.

Tenê di hefteya borî de zêdetirê 600.000 bûyerên nû yên vî rusa korona hatine tomar kirin.

Li Hîndistanê, piranîya pêketinên nû yên vîrusa korona Maharashtra bi zêdeyî 1 mîlyon bûyeran li eyaleta Maharashtra û dû re li eyaletên Andhra Pradesh, Tamil Nadu, Karnataka û Uttar Pradesh hatine tebpît kirin.

Di heman demê dê, li gor pêzanînên Zanîngeha Johns Hopkins, Hîndistan, di cîhanê de xwedî hejmara herî zêde ya pêketîyên ku ji nexweşîya COVID-19 başbûnê ye.

Li gor Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê, rêjeya başbûna welêt % 77.8 ye û bi nêzîkî 3.8 mîlyon mirov ji vîrusê rizgar bûnê.

XS
SM
MD
LG