Hîndistanê îro Înê ragihand ku 34,956 bûyerên nû yên pêketina korona çêbûn û hejmara giştî ya pêketinên korona jî giheşt 1,003,832an.
Wezareta saxlemî ya Hîndistanê da zanîn ku heta niha 25,602 kes ji nexweşîya COVID-19 mirine.
Bi van hajmarên nû, Hîndistan li paş Amerîka û Brezîlya dibe welatê sêyan ya seranser cîhanê ku rûbirûyê hejmara herî zêde ya tûşbûnên korona dibe.
Pisporên saxlemîyê radigihînin ku vîrusa korona li bajarokên biçûk û herêmên gundewar belav dibe.