Hîndistanê îro Duşemê, bi awayê rekorî pirtir ji 40,000 bûyerên nû yên pêketina vîrusa korona ragihandin.
Wezareta saxlemî ya Hîndistanê ragihand ku bi 40,425 tûşbûnên nû, hejmara giştî ya pêketinan bû 1,118,043 û heta niha 27,497 kes jî ji korona mirine.
Wezaretê da zanîn ku rojane pirtir ji 300,000 kes hember wê vîrusê têne test kirin.
Nîfûsa Hîndistanê 1.4 mîlyar e û di hefteyên borî de zêdebûneke berbiçav di hejmara pêketin û mirinên jiber jiber korona tên dîtin.
Rêvebirîyên xwecîhî li deverên ku korona belav dibe, jinûve biryara qedexeya derketina kolanan didin û tedbîrên pêşîgirtina korona xurt dikin.