Hîndistanê îro Yekşemê nêzî 55 hezar pêketinên nû yên vîrusa korona ragihandin.
Li Hîndistanê 54,735 bûyerên nû yên korona hatine ragihandin ku ew hejmar roja pêştir 57,118 bû.
Bi giştî 1.75 mîlyon pêketin li Hîndistanê çêbûne ku pirtir ji 1.1 mîlyon ji wan di meha Tîrmehê de qewimîne.
Pisporê saxlemî yê hikûmetê Randeep Guleria ji AP re got ku li bajarên mezin yên wek New Delhi û Mumbai rewşa herî xirab bi dawî hatiye, lê metro, sînema û cîhên din yên giştî wê heta 31ê Tebaxê girtî bimînin.
Li Fîlîpînê jî bi awayê rekorî tûşbûnên rojane yên nû hatine tomar kirin û hejmara giştî ya pêketinên ji 100 hezarî derbaz kir.
Hikûmeta Fîlîpînê jî îro 5,032 pêketinên nû ragihandin û hejmara giştî ya tûşbûnên korona li wî welatî giheşt 103,185 kesan.
Li gor amûrên hikûmeta Fîlîpînê, girêdayî COVID-19 heta niha 2,059 mirin çêbûne.
Zanîngeha Johns Hopkins radigihîne ku hikûmetên li seranser cîhanê 684,075 mirin ji korona û bi giştî 17.8 mîlyon bûyerên pêketina korona ragihandine.