Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Pêketinên Korona ji 6 Mîlyon Borîye


Hîndistanê îro Duşemê ragihand ku hejmara piştrastkirî ya pêketinên korona ji 6 mîlyon borîye.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê ragihand ku di 24 saetên dawî de 82,170 pêketinên nû hatine tomar kirin û hejmara giştî ya pêketinan jî bûye 6,074,703.

Wezaretê herwiha da zanîn ku di heman rojê de 1,039 kesên din jiber korona mirine û heta niha 95,54 kes li wî welatî jîyanên xwe hinda kirine.

Piştî hejmarên nû, Hîndistan piştî Amerîka bûye welatê duyê ku hejmara herî bilind ya pêketinên korona li wê derê çêdibe.

XS
SM
MD
LG