Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Îro Dîsa Pirtir ji 4 Hezar Kes ji COVID-19 Mirin


Virus Outbreak India
Virus Outbreak India

Hîndistanê îro Pêncşemê ragihand ku di roja duyê ya ser hev de pirtir ji 4 hezar kes ji COVID-19 mirin.

Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku ew vîrus li herêmên gundewar belavtir e, lê jiber tunebûna testkirinê mirinên li wan deran nayên ragihandin.

Pispor heta niha jî nizanin ku pêketinên koronayê wê kengî bigehijin asta herî bilind û tirsên belavbûna cureya nû ya wê vîrusê zîdetir dibin.

Karbidest radigihînin ku taybetî li deverên dûrdest yên istana Uttar Pradesh, ku bi 230 mîlyon nîfûsa xwe, herêma herî şenîbar ya Hîndistanê ye, belavbûna wê nexweşîyê di asteke pir xeter de ye.

Li gor pêzanînên Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê do 24 saetên dawî de 362,727 pêketinên nû yên COVID-19 hatine ragihandin û hejmara mirinan jî di roja borî de 4,120 kesên din zêde bû.

XS
SM
MD
LG