Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyên Herifîna Erdê li Hîndistanê Bilindtir Dibe


Karbidestekî payebilind yê Hîndistanî îro Yekşemê ragihand ku li başûrê eyaleta Kerala di encama herifîna zevîyêkî çayê de hejmera kesên kuştî giheştiye 43 kesan.

Berpirsê xwecîhî Idukkî H. Dineshan ji Reutersê re got ku lehîya ku jiber barana giran çêbûye, di seatên serê sibeha Înê de, dema ku karker hîn jî di xew de bûne, qewîmîye.

"Me jiber baranê operasyona rizgarkirinê ya bo rojê rawestand. Operasyon, heya ku termê herî dawî were dîtin, dê berdewam bike” Dineshan got.

Sazîya Meteorolojîyê ya Hîndistanê jibo barîna baranê ya li gelek hereman û bo devera Iddukî asta herî bilind ya sor de hişyarî da.

Di sala 2018'an de, li eyaleta Kerala lehîyên herî xirab ya sedsalê pêk hatibûn û bi sedan kes jîyanên xwe hinda kirin ku piranîya wan jî devera Idukkî bûn.

XS
SM
MD
LG