Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Modi Dê li Gel Cotkarên Nerazî Biciv E


Dîmeneke ji Xwepêşandanên Cotkarên Hîndistanê

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi îro Çarşemê cotkarên xwepêşandêr vexwendin da ku di derbarê fîkar û daxwazên cotkaran de biaxifin.

Cotkarên xwepêşandêr dê ser sê qanûnên nû yên çandînîyê de ku ewê beşa çandînîya mezin ya welat ji holê rakin, nerîn û rexneyên xwe rasterast ji Modi re bejin.

Li Hîndistanê cotkar ev qasî du meh in, ku li herema derveyî paytexta welat li dijî qanûnên nû yên cotkariyê yên Serokwezîr Narendra Modi grev û xwepêşandanan pêk tînin.

Cotkar dibêjin ku ew qanûnên nû yên Modi derxistine, ewê zararê bidin debara jîyana wan û alîkarîya kompanîyên mezin bikin.

Niha hikûmeta Modi ku dibêje reformên çandinîyê dê dahatê cotkaran zêde bike piştî nerazîbûnên giştî karanîna reforman daye rawestandin.

Lê, cotkar dibêjin ku divê hikûmeta Modi ya li paytext New Delhi wan qanûnên bi tevahî betal bike.

Ji danûstandinên di navbera cotkaran û hikûmeta Modi de heya niha encamên êrenî derneketin e.

Ev pirsgirêka bi cotkaran re jî, ji dema ku Modi di 2019'an de jinûve hate hilbijartin vir ve, dijwarîya herî li pêşe ku ew rûbirû maye.



XS
SM
MD
LG