Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan jiber Tirsa Belavbûna Korona Tifkirina Ser Erdê Qedexe Dike


Hikûmeta Hîndistanê jiber metirsîya belavbûna vîrusa korona tifkirina ser erdê qedexe kir.

Li gelek bajarên Hindistanê tifkirina ser erdê berê jî bi qanûnên herêmî hatibû hatibû qedexe kirin, lê pir kesan ew qanûn cidî nedigirtin.

Wezareta Navxweyî ya Hîndistanê ew qedexe bo seranserê welêt ragihand.

Li Delhî ya paytext, cezaya tifkirina ser erdê 2000 rupî ye û li Mumbai ew ceza nîvê wê ye.

Rêvebirên Hîndistanê sînordarkirinên ser derketina derve heta 3’ê Gulanê dirêj kiribûn

XS
SM
MD
LG