Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan Kesên ku Dê Pêşwext Vaksîna Koronayê Wergirin Destnîşan Dike


Dîmenek ji pêvajoya vîrusa korona li Hindistanê
Dîmenek ji pêvajoya vîrusa korona li Hindistanê

Medya herêmî ya Hindistanê îro Şemiyê ragihand ku hikûmetê dest bi xebatên destnîşankirina nêzîkê 300 mîlyon mirovan kirîye da ku dema vaksîna vîrusa korona hazir be, ewê pêşdem wergirin.

Rojnama Times of India dîyar kir ku karkerên enîya pêş ya tenduristî û paqijîyê, karbidestên polîsan û mirovên pîr yên bi nexweşiyên hevdemî û domdar dê pêşdem werin vaksînkirin.

Plansazîya ku hîn jî di pêvajoya pêşnivîsê de ye, armanc dike ku di qonaxa yekem de ji % 23'yê nifûsê were derzîkirin.

Di raportê de tê gotin, plana dawîn dibe ku heya dawiya Cotmeh-Mijdarê de, amade be.

Dê jibo kesên hilbijartî dora 600 mîlyon dozên perpûna COVID-19 were karanîn.

Di serê vê mehê de, wezîrê saxlemîyê Harsh Vardhan gotibû ku Hindistan hêvî dike ku heya Tîrmeha sala bê 500 mîlyon dozên vaksînên vîrusa korona bistîne da ku bi qasî 250 mîlyon mirovan derzî bike.

Karbidesta dibêjin ku vaksînkirina 1.3 mîlyar mirovên Hindistanê bûyer û xebateke pir mezin e û dibe ku dema vê heya sala 2020 bidome.

Pêzanînên wezareta saxlemîya Hindistanê yên îro nîşan didin ku hejmara giştî ya pêketinên vîrusa korona bi 62.212 bûyerên nû yên 24 demjimêrên paşîn de giheştîye 7.43 mîlyon kesan.

Lê jimara bûyerên çalak yên bi vîrusa korona an hejmera kesên ku jiber vîrusê eşa nexweşîyê dikşînin di 1.5 mehan de bo cara yekê daketîye binê 800.000 pekettîyan, ku wezaretê ev xal wek serkeftinek girîng binav kir.

Hejayê bal kişandinê ye ku Hindistanê heya niha piştî Amerîka hejmara herî bilindtirîn yên bûyerên vîrusa korona ya cîhanê tomar kirîye û herwiha niha jiber ku demsala festîvalê berdewam dike, fîkar gelek zêde bûn e ku dibe ev rêjeya pêketinan pirtir bilind be.

XS
SM
MD
LG