Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîvron: Huner Dikare Derûniya Mirovan Çak Bike


Huner ne tenê şêwazên teknîkî û bikarînana reng û xêzan e, lê belê ew ji wê yekê kûrtir û wêdetir e, ji ber ku ew li ser nîgar û hestên veşartî tê avakirin û gellek caran bi derûnasiyê ve tê girêdan.

Hunermenda şêwekar Hîvron yek ji wan kesa ye ku hunera xwe li ser vê bingehê ava dike û bi berhmên xwe jî alîkariya kesên din dike.

Hîvron Turanli li bajarê Stokholm ji dayik bûye, bavê wê ji Semsûrê ye û dayika wê keça Apê Osman Sebrî ye ji Serê Kaniyê.

Piştî xwendina rêvebriya karsazî li Siwêdê, wê berê xwe da Keneda û li wir beşê Dîzayna Hundirîn xwend.

Di sala 2014an de, ew bo çalakvana mafê kurd û Êzîdiyan.

Di sala 2015an de dest bi berhmên xwe yên hunerî kir di bin navê "Abstract holistic Art" de.

Sala 2016 çalakiyek li kampa penaberên Êzîdî encam da, ji bo alîkariya tenduristiya derûnî bide wan kesên rizgarbûyî ji destê DAIŞê.

Di sala 2017an de, Hîvron dest bi firotina berhmên xwe kir da ku alîkariyê kom bike ji bo penaberên kurd.

Ji sala 2018an ve, wê huner derbasî nav xebatên xwe kir li ser tenduristiya derûnî.

Hîvron bawer dike ku bi rêka hunerê dikare alîkariya derûnî bide kurdên penaber û wan ji hin pirsgirêkên derûnî rizgar bike, bi taybetî kurdên Êzîdî ku serborek metirsîdar ji aliyê DAIŞê ve derbas kirine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:20 0:00

XS
SM
MD
LG