Ajansa îstixbarata Koreya Başûr roja Duşemê raportên çapemeniya Amerîkî piştrast kirin ku Hamas çekên Koreya Bakur di şerê xwe de yê bi Israîlê re bikartîne.
Ev yek di demekê de tê ku Pyongyang çend caran red dike ku wê rêkeftinên çekan bi Hamasê re kiribin. Koma Hamas li cem Amerîka û hin welatên din di lîsta terorê de ye.
Li gor nûçeya ajansa Yonhap ya Koreya Başûr, saziya Îstixbarata Netewî ya Koreya Başûr (NIS) raporteke Dengê Amerîka piştrast kir ku têde dibêje, çekdarên Hamasê roketên F-7 ku li Koreya Bakur hatine çêkirin bikar anîne.
Di wêneyeke raporta Dengê Amerîka de, ku roja Înê hat weşandin, fetîla rokêtavêjeke F-7 diyar dike û dibêje ku Hamasê di şerê vê dawiyê yê bi Îsraîlê re karanîye, li ser fetîlê tîp û hejmarên Koreyî hene.
Saziya îstixbarata Koreya Başûr di bersiva pirsekê de derbarê raportê de got, "Nirxandina wan ligel raporta Dengê Amerîka hev digirin."
Yonhap dibêje Ajansa îstîxbarata Koreya Başûr, wêneyek bombeavêja F-7 ya jihevkirî bidest xistîye, xweya dike ku heman tîp û hejmar li ser roketa Koreya Bakur jî hene.
Ajans dibêje "Hêdî..hêdî" ew belgeyan kom dikin ku bi temamî bidin ragihnadin ku Koreya Bakur çekan ji Hamasê re peyda dike, lê dibêje ku "pir zehmete di dema niha da ew hemû belgeyan biweşînin jiber sedema parastina çavkaniyên ku belge peyda kirine û herwiha têkiliyên dîplomatîk."
Raporta Radyoya Azad ya Asya, ku di Cotmeha borî de hat weşandin, herweha destnîşan kir ku mîlîtanên koma Filistînî çekên Koreya Bakur bikar anîne piştî ku di vîdyoyekê de xuya bû ku çekdarekî ji grûpê roketa F-7 hilgirtiye ku guman heye ji Koreya Bakur hatibe.
Ew vîdyo piştî êrîşa Hamasê ya di 7'ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê hatîye kişandin.
Dengê Amerîka Beşê Înglizî hefteya bor' raportek weşand û dibêje ku malbatên Amerîkîyên ku di êrîşa terorî ya Hamasê ya 7'ê Cotmehê de li Îsraîlê hatine kuştin û birîndar kirin, li ser pirsa çekên wê yên di dest Hamasê de li dijî Koreya Bakur doz dane destpêkin, ji ber ku bi awayekî nerasterast çekan dide koma milîtanên Filistînî, li gorî parêzerekî Îsraîlî ku nûnertiya qurbaniyên malabtên Amerîkî dike.
Artêşa Koreya Başûr pêştir gotibû ku Koreya Bakur xuya dike di bazirganiya çekan û warên din yên leşkerî de bi Hamasê re têkildar e, û dikare taktîkên leşkerî yên mîna yên ku Hamas li dijî Îsraîlê bikar tîne, ew jî heman tiştî li dijî Koreya Başûr bike.
Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Yonhap û Alhurra hatine wergirtin.