Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endama HDP’ê ku li Wanê Hate Revandin, Behsa Serpêhatîya Xwe Dike


Endama HDP’ê ya revandî Hatîce Buşra Koyun
Endama HDP’ê ya revandî Hatîce Buşra Koyun

Endama meclîsa Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Buşra Koyun, berî du rojan li navenda Wanê ji alîyê sê kesan ve hatîbû revandin û gef li we hatîbû kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi preskonferansekê, revandina endama partîyê piştrast kir û da zanîn ku li cem kesên Koyun revandine nasnameya polîsan hebûye.

Hevserokê rêxistina HDP’ê yê Wanê Okeş Kawa bertek nîşan da û ji Walîtîya Wanê xwest ku ser wê bûyerê daxuyanîyekê bide.

Endama meclîsa HDP’ê Hatîce Buşra Koyun derbarê revandina xwe de ji Dengê Amerîka re got ku ew li navenda bajarê Wanê ji alîyê sê kesên ku nasnameya polîsan li cem wan hebû, hat revandin.

“Wan ez birim derveyê bajêr û derheqa xebatên partîyê de hin pirs li min kirin û ez bi zîndankirinê tehdît kirim. Wan kesên ku ez revandim, xebatên me yên partîyê wek neqanûnî nîşan didan.”

Koyun îdia dike ku kesên ew revandiye ji wê xwest ku ew terka Wanê bike.

“Wan ji min re got ku divê ez di demeke kin de ji Wanê herim. 'Ger tu ji vir nerim, em dikarin bi rehetî sucekê dijî te çêkin û te têxin zîndanê' wan gefan li min kirin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku ta amadekirina vê raportê ji karbidestên dewletê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nehatibû dayîn.

AA_05_07_2020_Revandina_H_B_Koyun
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG