Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporê Navdar yê Îraqî Hişam Haşimî Hate Kuştin


Nivîskarê Îraqî yê navdar Hişam El Haşimî ku ser Dewleta Îslamî û rêxistinên din yên tundrê pispor bû, êvara Yekşemê li Bexda hate kuştin.

Kuştina Haşimî di vê demê de çêbû ku wî gefan ji komên çekdar yên ser bi Îranê digirit.

Jimareke çekdarên yên ser motosaykilan, li dervayê mala Haşimî ya li taxa Zeyuneh ya Bexda gule barandin ser wî. Malbata wî ragihand ku pênc caran dengê guleyan hatine bihîstin.

Karbidestekî ewlekarîyê ji ajansa AP re got ku Haşimî jiber birînên ji teqekirinê, li nexweşxanê jîyana xwe hinda kir.

Haşimî yê 47 salî alîstekî navdar bû û xwedîyê peywendîyên xurt bû. Wî pir caran derdiket televîzyonên Îraqî û karbidestên hikûmetê, rojnamevan û lêkoler xwe dispartin zanîn û pisporîya wî.

Haşimî çend hefte berî kuştina wî ji kesên nêzî wî re gotibû ku komên çekdar yên bi piştgirîya Îranê hewil didin ku wî bikujin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha ti kes berpirsîya kuştina Haşimî negirtiye ser xwe, lê mîlîşayên ser bi Îranê ew bi alîgirîya Amerîka tawanbar dikirin.

Serokwezîrê Îraqê Mustafa el Kazimî, ser kuştina Haşimî xemgînîya xwe ragihand û daxwaza dîtina kujerên wî kir.

XS
SM
MD
LG