Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Husên: Şerê Tirkîyê û PKK’ê li Kurdistana Îraqê bi Rêya Şer Çareser Nabe


Şervanên jin yên PKK’ê li Şengalê (Arşîv)
Şervanên jin yên PKK’ê li Şengalê (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên da xuya kirin ku hikûmeta navendî ya Îraqê bawer nake pirsgirêka nav Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li nav sînorên Herêma Kurdistana Îraqê bi rêya şer dibe.

Husên, di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de got ku alîyên ewlekarî û dîplomasî yên Îraqê bi awayekî berdewam ji hevtayên xwe yên Tirk re dîyar dikin ku ev pirsgirêk divê bi rêya diyalogê were çareser kirin.

“Bikaranîna hêza leşkerî li nav Îraqê vê pirsgirêkê çareser nake. Tîmên me yên cuda hergav hewil didin vê yekê ji Tirkan re zelal bikin,” wezîrê derve yê Îraqê got.

Artêşa Tirkîyê bi behaneya armanckirina gerîlayên PKK’ê, bi berdewamî êrîşan dibe ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê.

Husên di dirêjahîya axaftina xwe de bal kişand ser melesa hebûna Tirkan ya leşkerî li nav axa Îraqê.

“Ti rêketin di navbera hikûmeta Îraqê û ya Tirkîyê de tune ye ku rê bide artêşa Tirkîyê derbazî Îraqê bibe. Di dema rejîma kevin ya Îraqê de sala 1980ê lihevkirinek hebû ku ne rêketineke fermî bû. Li gor wê leşkerên Tirkîyê dikarin bo 5 kîlometreyan derbazî Îraqê bibin û tenê 72 seatan bimînin.”

Husên herwiha got ku “ew lihevkirin jî ne jibo PKK’ê bû, lê jibo dijberîya Pêşmergeyên Partîya Demokrata Kurdistanê bû, ji ber ku PKK’ê wê çaxê dest bi şerê çekdarî nekiribû.”

Husên anî ziman ku ew lihevkirin tenê bo salekê bû.

Wezîrê Derve yê Îraqê got ku wekî çawa Îraqê mayê xwe di karûbarên welatên cîran de nake, Bexdad wiha jî daxwaz dike ku welatên cîran mayên xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê de nekin.

“Lê Tirk dibêjin şervanên PKK’ê li nav axa Kurdistana Îraqê ne. Li gor qanûna bingehîn ya Îraqî, nabe ku ti hêzeke biyan li ser axa Îraqê êrîşî welatekî cîran bike, anku axa Îraqê bikar bîne jibo êrîşî dewleteke cîran bike. Hebûna PKK’ê jî li çîyayên Kurdistanê Îraqê heye. Ev rastî ye û Tirk hergav vê mijarê tînin pêş,” Husên got.

Rêxistinên mafên mirov dibêjin ku di êrîşên esmanî yên Tirkîyê yên ser deverên Kurdistana Îraqê gelek sivîl dibin qurbanî.

Hun dikarin tevahîya hevpeyvîna hevkara me Muteber Şêrwanî li jêr temaşe bikin:

Dîdara Taybet bi Wezîrê Dervê yê Îraqê Fuad Husên re
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:47 0:00

XS
SM
MD
LG