Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Hasan Kaya: Hikûmet bi Geşkirina Tundîyê Hilbijartinên Pêşwext Dixwaze


Piştî êrîşa xwekujî ya Sirucê ku 31 kes tê de hatibûn kuştin, tundî û tûjî li Tirkîyê zêde dibe.

Artêşa Tirk hem li nav tixubê xwe, hem jî li Herêma Kurdistana Îraqê êrîşên esmanî li dijî PKK pêk tîne. PKK jî bi çalakîyên xwe yên hember leşker û polîsan bersîvdana êrîşan dide.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de nivîskar Hasan Kaya rewşa aloz ya Tirkîyê şîrove dike.

Kaya dibêje, bi zêdekirina tundîyan armanca hikûmetê hilbijartin e.

"Hikûmeta AKP zimanê xwe yê hember HDP tûjtir dike û rêvebirên bilind yên vê partîyê dike armanca xwe. Ew tiştên ku têne kirin hazirîya hilbijartineke pêşwext e".

"Zimanê ku hikûmet kar tîne, zimanê serdema Çîller, Agar, Kozakçioglu û Dogan Gureş e. Zivirîna polîtîkayên sala 90'an ti feyde ji Tirkîyê re nayîne. "

Hasan_Kaya_7_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:14 0:00

XS
SM
MD
LG