Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîfe Hafter bo Seroktîya Lîbyayê Berbijarîya Xwe Dîyar Dike


Xelîfe Hafter
Xelîfe Hafter

Fermandarê Hêzên Rojhilatê Lîbya (Artêşa Niştîmanî ya Lîbya) Xelîfe Hafter îro Sêşemê dîyar kir ku ewê di hilbijartina seroktîyê ya 24'ê Berfanbarê de bibe berbijar.

Xelîfe Hafter berbijarîya xwe bi daxuyanîyeke di televîzyonê ragihand.

Wî got ku hilbijartin jibo Lîbyayê tekane rêya derketina ji krîzê ye, ku ji serîrakirina bi piştgirîya NATO'yê ya ku dîktator Muamer Qedafî di 2011'an de ji seroktîyê daxist vir ve, di nava kaos û pevçûnê de ye.

Hafter, di şerê navxweyî yê Lîbyayê de kesayetiyeke sereke ye û li rojhilatê welêt xwedî bandoreke berfireh e.

Wî, piştî ku Lîbya di 2014'an de parçe bû, dijî komên li rojava şer ragihand, tevî êrîşeke 14 mehan bo destxistina Trablusê ku ji hêla hikûmeta civata navneteweyî ve dihat nas kirin, hate rawestandin.

Hafter, ku tê çaverêkirin ku îro bi fermî serî li navenda hilbijartinê ya li Bîngazî bide, soz da ku "di serketina wî de wê rêka lihevhatin, aştî û avakirinê destpê bike".

Biryara Hafter ya berbijarîyê dê li Trablûs û herêmên rojava gelekan hêrs bike, yên ku dibêjin dengdan li heremên ku di destê wî de ye ne dadmendî be û yên ku wî bi tawanên şer tawanbar dikin, îdayeke ku ew red dike.

Hilbijartina bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî (NY) di pêvajoya siyasî ya Lîbyayê de, bo welat wek qonaxeke gelek girîng tê nirxandin.

Lê, pispor dibêjin ku bêyî lihevkirinek zelal ya li ser bingeha qanûnî ya hilbijartinê tune be, dibe ku alîyên sereke dengdanê red bikin.

Serokwezîrê demkî Abdulhamîd el-Dbeibah ku dibe berbijarê seroktîyê jî be, roja Duşemê, daxwaza qanûna nû ya hilbijartinê kir.

Hafter, di Îlonê de, rê li ber berbijarîya xwe ya seroktîyê vekir û li gor qanûna hilbijartinê ewê bo sê mehan ji rola xwe ya leşkerî paşve vekişe.

Lê, ev qanûn ji hêla komên çekdar yên li Trablusê ve hate red kirin.

XS
SM
MD
LG