Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hewla Hevkarîya Navnetewî ji Sûrîyê re Dide


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel dibêje, welatê wî dê berdewamî li hevkarîya navnetewî bigere, piştî ku parlemana Britanî dijî operasyoneke leşkerî derket.

Washington hewil dide ku bersîvdana hikûmeta Sûrî bide ku tê îdîa kirin çekên kîmyayî xebitandîye.

Hagel ew gotinên xwe li Manila ya paytaxta Fîlîpînê kir, piştî ku biryara parlemana Britanî hate bihîstin.

Serokê Fransî Francois Hollande jî got, biryara Britanî ti bandor li ser pozîsyona welatê wî nake.

Hollande ji rojnameya Le Monde re got, ew piştgirîya operasyoneke leşkerî dike, ne bo guhertina rejîmê, lê cezakirina çekên kîmyayî.
XS
SM
MD
LG