Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Tirkîyê Biryara Dadgehê ya Ser Ayasofya Çawa Nirxandin?


Dadgeha Civata Dewletê (Daniştay) ya Tirkîyê roja Înê statuya Ayasofya (Hagia Sophia) ya li Stenbolê ji muzexaneyê wergerand mizgeft ê.

Ayasofya sala 1934’an de, ji alîyê hikûmeta wê demê ve wek muzexanê hatibû pejirandin, lê dadgehê piştî 86 salan ew biryar betal kir.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vê biryarê, biryara seroktîyê ya vekirina mizgeftê û giredana Ayasofya bi Rêvebirîya Karên Olî ve pejirand û îmza kir.

Erdogan li ser biryara dadgehê jî axifî û got ku, "Ayasofya ji statuya muzexaneyê hat wergerandin. Êdî hemî kes dikare bêdirav bikeve mizgefta Ayasofya.’’

« Ayasofya jî wek hemî mizgeftên din wê hem bo misilmanan hem jî jibo olên din vekirî be û mizgefta Ayasofya ya mîrasa hemî mirovahîyê bi statuya xwe ya nû mêvanan pêşwazî bike,” Erdogan got.

Wî ragihand ku mizgefta Ayasofya dê 24’ê Tîrmehê roja Înê jibo nimêjê were vekirin.

Gelo piştî biryara dadgehê ya wergerandina statuya Ayasofya partîya desthilat û partîyên opozîsyonê çi gotin?

Serokê Giştî yê Partîya Gel iya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu berî biryara dadgehê dîyar kiribû ku ger Ayasofya bi biryara serokê Tirkîyê ve jibo nimêjê were vekirin, ewê îtîraz nekin.

Partîya Demokrtîk ya Gelan (HDP) bi daxuyanîyeke nivîskî biryara Ayasofya rexne kir.

’’Tifaqa AKP û MHP’ê jiber polîtîkayên hindurîn, krîza aborî û civakî bi rêya lîstika sîyasî careke din li ser dewlemendîyên çandî û dîrokî ev rê bijart. Dadgehê li gor daxwaza destilatê biryar da û ev biryar wek biryareke sîyasî ye,” HDP'ê got.

Serokê giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê Erdogan e, got ku hêviyên mafdar û rewa yên miletê Tirk û misilmanan bi ser ketin.

“Derîyên Ayasofya bi berfirehî vebûn û êdî gel dikare li wirê nimêje bike.’

Seroka Partîya Baş Meral Akşener jî li ser medya civakî biryar nirxand û got ku mizgefta Ayasofya ser xêrê be.

Li alîyeke din, partîyên dervayê meclîsê Partîya Seadet’ê, Partîya Deva û Partîya Pêşerojê (Gelecek) bi daxuyanîyên cuda cuda piştgirî dan biryara dadgehê û kêfxweşîya xwe anîn ziman.

Hêjayî gotinê ye ku Ayasofya jibo Misilmanan cîhekî sembolîk tê hesibandin. Ayasofya di heman demê de jibo Krîstîyanan jî pir giring e ku pêşîn ev avahî berîya 1660 salan wek dêr jibo Krîstîyanên Ortodoks hatiye ava kirn.

MEB_12_07_2020_Ayasofya_Reaksîyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00


XS
SM
MD
LG