Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Haitî di Êrîşekê de Hat Kuştin


Serokê Haiti' Jovenel Moise
Serokê Haiti' Jovenel Moise

Serokwezîrê Demkî yê Haitî Claude Joseph roja Çarşemê ragihand ku serokê Haitî Jovenel Moïse şeva borî di êrîşekê de bo ser mala wî hatiye kuştin.

Joseph di daxuyaniyekê de gotiye, grûpeke nenas ku nasnama wan nayê zanîn berpirse ji kuştinê, wî ew êrîş bi "karek nefret û nemirovahî û hovane" wesif kir.

Joseph herwiha gotiye Martine, xanima Jovenel Moïse jî birîndar bûye û veguhastiye nexweşxanê bo derman kirinê.

Haiti ev demeke di rewşeke ne aram ya siyasî û dabeşbûnê de derbaz dibe, zêdebarî ku tundrewî û çetegerî zêde bûye.

Pêzanînên di vê raportê de ji AP û ajana AFP û Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG