Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Penaberên Haîtîyî bi Firokan Paşve Dişînê


 Penaberên Haîtîyî
Penaberên Haîtîyî

Amerîka hemwelatîyên Haîtîyê ku li bajarokekê nezîkî eyalata Teksasê kom bûbûn bi firokan ve dişine Haîtîyê û peşîya kesên din ku dixwazin bi rêya Meksîkoyê derbazî Amerîkayê bibin digire.

Hejayî gotine ye ku ew dibe despêka mezintirin pêla nû yên penaberan di deh salên dawîyê de.

Ji pirtirî 320 koçber roja Yekşêmê bi sê firokan giheştin bajarê Port-au-Prince ya Haîtîyê û tê çaverê kirin ku şeş firokên din ji wê roja Sêşemê were bajarê.

Bi giştî Amerîka ji pitirî 12,000 koçberan ku der û dorê pirekê li bajarê Del Rio ya Teksas kamp avakiribûn belav kirîye.

Ew koçberan bi rêya bajarê Ciudad Acuña ya Meksîkoyê derbazî Amerîkayê bûne.

Karbidestên Meksîkoyî dibejin ku ew ji despê dervekirina Haîtîyan kirine ku piranîya wan ligel sinorê Guatemala û Meksîkoyê kom bûnê.

Jimarekê mezin ya hemwelatîyan Haîtîye ew bi salan e koçê Amerîkayê dikin. Piranîya wan piştî erdheja werankirî ya di sala 2010ê ji welatê xwe derketine.

Karbidestê Ewlehîya Sinorê Amerîkî Raul L. Ortiz roja Yekşemê got ku ji roja Înê vir ve, 3,300 koçber ji kempa Del Rio hatine derxistin.

Ew çaverê dike ku 12,600 penaberên din ji, wê di nav hefteyêkê de werin şandin.

XS
SM
MD
LG