Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haîtî bo Lêpirsîna Ser Kuştina Jovenel Moise ji NY'ê Alîkarîyê Dixwaze


Hikûmeta Haîtî bo lêkolîna ser kuştina serokê wî welatî Jovenel Moise ji Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarîyê dixwaze.

Balyozxaneya Haîtî ya li Komara Domînîk ew daxwaza hikûmetê ragihand.

Wê balyozxaneya li welatê cîran da zanîn ku Haîtî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re nameyek şandiye û alîkarî xwestiye.

Haîtî bo dadgehkirina bergumanan dixwaze ku bi dadgeheke taybet, komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî çêbe.

Di nameyê de, ku Wezîrê Derve yê Haîtî Claude Joseph îmza kiriye, tê gotin ku li gor îdiayan di kuştina Moise de tilîya bîyanan heye û jiber wê jî ew tawaneke navneteweyî ye.

Karbidestên Haîtî ser kuştina Moise hin leşkerên kevn yên Kolombîya yên ku tê îdia kirin ku bo kompanîyeke Miami xebitîne desteser kiribûn.

XS
SM
MD
LG