Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hecî li Çiyayê Erefê Ne Û Sibe Cejna Qurbanê Ye


Çiyayê Arafê sala 2017

Îro Pêncşemê heciyên misilman li Arabistana Saûdî diçin çiyayê Erefê bo pîroz kirina hecê, ku serketina çiyayê kevrîn yê Erefê weke qunaxa yekê ya bicih anîna mercên çûna hecê ye. Li gor salên berê yên qelebalix îsal hejmara herî kêm ya heciyan heye.

Li çiyayê Erefê yê derveyê bajarê Mekehê ku weke çiyayê Al Rahme jî tê naskirin, çemberek xurt ya ewlkariyê hatiye danîn.

Televizyona dewletê hin tomarên heca îsal weşandin ku bi hejmarên kêm, bi mask û jiveh dûratiya civakî li Minayê tên dîtin, hemû tedbîrên xweparastina ji vîrusa korona hatine standin.

Gotara îsal ya Hecê dê bo zêdetir ji 10 zimanên biyanî hête wergerandin û weşandin, dîmenên îsal gelek cûdane ji yên sala borî ku pêlên heciyan derbazî çiyayê Erefê dibûn, ji aliyê 10 hezar kesan ve dihatin kontrol kirin da ku paldan çê nebe û kesek nekeve jêr lingan.

Piştî ku hecî îro ji Erefê xelas dibin, dê herin Muzdelîfê ku ew jî mercekê bicih anîna ferza hecê ye.

Sibe roja Înê 31ê Tîrmehê roja yekê ya "Cejna Qurbanê" ye, hec jibo mislimana yek ji 5 ferzên xwedê ye. Ji her misilmanekî tê xwestin yê ku îmkanên wî/wê hebin di jiyana xwe da divê carekê here hecê ku mezintirîn kombûna cîhana misilmana ye.

Îsal li gorî hatiye ragihandin nêzî 10,000 hecî hene, ev hejmar jî li gor par sal ya herî kême, par nêzî 2,5 milyon hecî hebûn.

Wezîrê Navxwe yê Arabistana Saûdî ragihand ku wan îsla tedbîrên ewlekarî yên tund wergirtine li hemû ciyên pîroz da ku ti binpêkirinên ewlehî çê nebin.

Hikûmeta Riyaz hatbû rexne kirin piştî ku li sala 2015ê ji egera qelebalix û paldanê 2300 hecî mir bûn, lê îsal hejmar kême û tedbîrên baş hatine standin.

XS
SM
MD
LG