Roja Yekşemê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Îraqê, Navenda Hajan li jêr navê "Oli di Cîhana Hevdem de" Konferansek li dar xist, di Konferansê de nêrînên nû bo pirsên Olî û Oldariyê hatin gotûbêj kirin.
Nûman Mihemed, Rêvebirê Navenda Hajan, derheqa Konferansê de got, di roj îro de pêwîstî bi nêrîn û alavên nû heye bo meslên olî û pêwîstî bi xwendinek nûjen û modêrin heye, mijarên ku di konferensê hatine pêşkeş kirin girêdayî tolerasnî, hevdu qebûl kirin û pêkve jiyanê ne û bersing girtina li dij şîdet û tûndrêyî yê.
Beşdarên Konferansê weha dibînin ku jiyana îro pêwîtî bi pirengî û fikr û nêrînên cûda heye, hin ji beşdarbûyên Konferasnê dan zanîn ku pêwîst bû, reng û kesên ji hemû cûrên oldarî û hizirmendiyê beşdarî konferansê bihatana kirin.