Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ji Bo Pirsên Ewlehîyê li Şamê ye

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Yekşemê 13 Îlonê serdana Sûrîyê kir, serdan dê du rojan vekêşe.

Fîdan bi berpirsên bilind ên Hikûmeta demkî ya Sûrîyê re li ser têkiliyên dualî civên pêkanîn, û pêvajoya yekgirtina Sûrîyê, hevkarîya aborî, girêdana herêmî û pêşketinên ewlehîyê gotûbêjan dikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Sûrîyê (SANA) Yekşemê ku roja yekê ya serdanê ye, Fîdan bi Wezîrê Derve yê Sûrîyê Ese’d Hesen Şîbanî re hevdîtin pêkanî û piştî hevdîtinê konferansek hevpar a rojnamevanîyê hat lidarxist. Her wiha tê çaverêkirin ku Fîdan bi Serokê Sûrîyê Ehmed Şer'i re hevdîtinê bike û bi Wezîrê Navxweyî Enes Xetab re jî biaxive.

Li gorî Wezareta Derve ya Tirkîyê, gotûbêjên Fîdan bi berpirsên Sûrîyê re dê balê bikişînin ser xurtkirina hevkarîya bazirganî, enerjî, veguhastin û projeyên girêdana herêmî.

Li gor rojnameya Turkish Today, Fîdan her wiha li ser pêvajoya yekgirtina Sûrîyê, di nav de jî têkelbûna Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD), û giringîya bicihanîna biryarên derbarê vê mijarê gotûbêjan encam dide.

This item is part of
XS
SM
MD
LG