Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley: Berpirsa Bûyerên li Gaza, Hamas E


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser bûyerên tundûtûjîyên yên li Gaza demûdest kom bû.

Bi êrîşa hêzên Îsraîlê, di protestoyan de 61 Fîlîstînî hatibûn kuştin û 2700 kesên din jî birîndar bûbûn.

Berî civîn destpê bike, nûnerên dewletan li CENY’ê ser Fîlîstînîyên hatine kuştin deqîqeyekê bo rêzgirtînê sekinîn.

Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di axaftina xwe ya li Civata Ewlekarî da zanîn ku ew bo kesên hatine kuştin xemgîn in û jiber bûyerên li Rojhilata Navîn ketine fikaran.

Haley da zanîn ku sedema bûyerên tundûtûjîyê yên li Gaza, ne vekirina balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê ye.

‘’Berpirsê bûyerên tundûtûjîyê yên li Orşelîmê, Hamas e. Hamas li Gaza li desthilatê ye û serî li tundûtûjîyê dide.’’ Haley got.

Haley da zanîn ku Îran piştgirîyê dide Hamasê û wan êrîşî hêzên ewlekarîya Îsraîlê kirine.

Balyoza Amerîka da zanîn ku Îran piştgirîyê dide Hamasê û bêîstiqrarîya herêmê zêdetir dike.

Haley da zanîn ku jiber Îranê, heman bêîstiqrarî li Sûrîye û Yemenê jî heye.

XS
SM
MD
LG