Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley îro di preskonferansekê de li ser kiryarên Îranê li Rojhilata Navîn û li cîhên din yên dinê axifî ku dibin sedema bê îstiqrarî û bê aramî.
Haley got ku delîlên bêguman hene ku Îran bi şandina muşekan ji Husîyên li Yemenê, qanûnên navnetewî binpê dike.
“Perçeyên muşekên ku ji herêmên Yemenê yên bin kontrola Husîyan, ji Erebîstana Saudî re hatine avêtin nîşan didin ku ew li Îranê hatiye çêkirin û hîn taybetmendîyên berhemên Îranê li ser wê dîyar in.”
Haley bi firehî behsa raporteke Neteweyên Yekbûyî ya cîhanîna rêketina navokî ya ligel Îranê kir ku çawa divê Îran ji kiryarên muşekên balîstîkî dûr bisekine.
Jiber rêkftina navokî, civaka navnetewî çavê xwe li kiryarên binpêker yên Îranê digirt, lê agahîyên nû nîşan didin ku Îran dijî biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kiryaran dike.
“Wek Amerîka, emê giwaştin li ser dewletên din bikin ku pêşî li kiryarên Îranê bigirin,” Haley di berdewamîya axaftina xwe de got.