Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley: Ti Kes Nikare Piştgirîya Amerîka ya bo Gelê Îranê Rawestîne


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ser protestoyên li Îranê civîneke demûdest li dar dixe.

Balyoza Amerîya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, Îran ser mafên mirovan hişyar kir û dîyar kir ku ti dewlet bi awayekî rêwa nikarin van mafan red bikin.

Haley da zanîn çavê hemî cîhanê li ser Îranê ye û got ku ‘’dawîya dawî ewê gele Îranê bi xwe qedera xwe dîyar bike’’

‘’Gel ji Îranê dixwaze ku piştgirîya bo terorê rawestîne. Ti kes nikare piştgirîya Amerîka ya bo gelê Îranê rawestîne’’ Haley got.

XS
SM
MD
LG