Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Halîm Îpek: Biryara Tirkîyê ya Dijî Sûrîyê Erênî ye


Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.
Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.

Wezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu roja Çarşemê toleyên aborî li dijî Sûrîyê ragihandibûn ku tê de xalên girîng yên cemidandina têkîlîyên sîyasî , aborî û leçkerî yên bi rejîma heyî re jî cîh digirin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê “Komîteya Piştgirîya ligel Kurdên Sûrîyeyê”, Halîm Îpek ser biryara Tirkîyê ya dana ceza û toleyên nû li dijî Şamê daxife.

Birêz Îpek dibêje, biryara Tirkîyê erênî ye jiber ku Amerîka û Yekîtîya Ewrupa li piştî wê biryarê ye. Herkes dizane ku Kurd bi tenê nikanin rejîma Esed biguherin, loma jî baş e ku hêzên din li dijî Sûrîyê pêngavên wiha bavêjin.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî Kirin” a jorîn, guhdarîya vê hevpeyvînê bikin

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG