Ajansa Frans Press û şahidên bûyerê roja Duşemê ragihandin ku bi dehan tank, otombîlên leşker hilgirtbûn û buldozerên leşkerî yên Îsraîlî derbasî başûrê kerta Gazayê bûn, bi taybetî derbasî bajarokê El-Qerare, yê li bakurê Xan Yûnis bûn.
Emîn Ebû Hûlî (59 salî) piştrast kir ku bi dehan tank "du kîlometran dûr" ketine nav bajarokê El-Qerare, di heman demê de Moaz Mihemed (34 salî) jî got ku tank "li herdu aliyên ser rêya Selahedîn hene û bi temamî rê hatiye girtin," ku riya bakur û başûrê kerta Gazayê bi hev ve girêdide.
Îsraîlê piştî agirbesta demkî ya ku bi navbeynkarîya Dohayê hat îmzekirin û di encamê de şer ji bo 7 rojan rawestiya, roja Înê dîsa dest bi êrîşên esmanî û operasyona bejayî kir.
Îsraîl û Hamas derbarê cardî destpêkirina şer hev du tawanabr dikin.
Li gorî rojnameya Washington Post ya Amerîkî, roja Yekşemê, artêşa Israîlî li bakur û başûrê kerta Gaz dest bi êrişan kir û êrîş birin ser herêmên qelebalix.
Îsraîl dibêje endamên Hamasê "li wan deveran xwe vedişêrin", di heman demê de li herêmên berteng zext li ser sivîlan heye, ku bijardeya dîtina herêmên bi ewle bo sed hezaran Filistîniyên ku li sitargehan digerin kêm dibin.
Berdevkê artêşa Îsraîlî Daniel Hagari doh Yekşemê di civîneke çapemeniyê de got: "Artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya bejayî li dijî hebûna Hamasê li her devera kerta Gaza berfireh û berdewam dike."
Çend roj berê, fermandarê artêşa Îsraîlî Herzî Halevî ji rezervên Beşa Xezayê re got ku şerê li dijî Hemasê "ber bi başûr ve diçe", û ku şer dê bi qasî ku li bakur bû dijwar be.
Wî her wiha got: "Çawa ku me ev yek bi hêz û durustî li bakurê zîvala Gazayê kir, em niha jî li başûrê Zîvala Gazayê wisa dikin."