Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Navên 3 Dîlên ku Sibê Tên Berdan Eşkere Dike


Hamas îro Înê navên sê dîlên Îsraîlî eşkere kirin ku li ber e sibê Şemîyê li berdela zindanîyên Filîstînî tên berdan.

Hamas got ku Ohad Ben Amî û Eli Şarabi, her du ji di êrîşa ser sînor a Hamasê de di 7'ê Cotmeha 2023'yan de li Kibbutz Be'erî dîl hatibûn girtin û Or Levy jî wê rojê ji festîvala muzîkê ya Nova hatibû revandi, wê sibê Şemîyê werin berdan.

Ofîsa ragihandinê ya Hamasê dîyar kir ku çaverê ye Îsraîl 183 dîl û girtîyên Filistînî berdêla wan sê kesan azad bike.

Hamas da zanîn ku ji wan 183 kesan, 18 ku cezayê zindanê yê bi dirêjîyê jînê sitandibû, 54 kes cezayên dirêj û 111 jî di dema şer de li Kerta Gazayê hatibûn desteser kirin.

Hamas, demeke zûtir ya îro îdia kiribû ku Îsraîl rêketina agirbestê binpê kiriye loma jî eşkerekirina navên ku têne berdan dereng xistibû. Heta niha zelal nebûye ku derengmayîna biryarê wê bandoreke çito li danûstandina plankirî ya roja Şemîyê bike.

Hamas herwiha got ki Îsraîl bi derengxistina ketina bi sedan qamyonên ku xwarin û pêdivîyên mirovahî tînin, peymana agirbestê ya 19'ê Rêbendanê binpê dike.

“Îsraîl ji bilî beşek ji konr û xanîyên gerok, ku jibo peydakirina sitargehê ji kesên ku vedigerin malên xwe yên bombebarkirî, paşve girtin. Ev destdirîjîyeke eşkere ya hewcedarîyên alîkarî û sitargehan nîşan dide," daxuyanîya Hamasê got.

Sazîya leşkerî ya Îsraîlê, COGAT ku çavdêrîya şandina alîkarîyên jibo Gazayê dike, ev tawanbarî red kir û hişyarî da ku Îsraîl wê binpêkirinên Hamasê qebûl neke.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG