Hamas îro Înê ragihand ku ewê sibê Şemîyê 3 dîlên din azad bike. Hamas dîyar kir ku di nava wan kesan de Yarden Bibas jî heye ku bavê dîlê herî biçûk e, ku di êrîşa 7ê Cotmeha 2023an de hatibûn revandin.
Bibas bavê zarokê biçûk Kfir e, ku dime revandinê de ew tenê neh mehî û Ariel, ku di dema êrîşa ser sînor de hatibû revandin çar salî bû.
Li ser çarenivsa Kfir û Ariel yan jî li ser dêya wan Şîrî, ku di heman demê de hat girtin, ti agahtî tuneye.
Hamasê di dawîya sala 2023an de gotibû ku ew di mehên destpêkê yên şerê Gazzeyê de ji ber bombebarana Îsraîlê hatine kuştin.
Li gor ragihandina Hamasê di nava kesên ku werin berdan de hemwelatîyekî Amerîkî û Îsraîlî jî heye ku Îsraîl di berdela wan de girtîyên Filîstînî azad bike.
Berdevkê baskê çekdar yê Hamasê Ebû Obeyda bi peyameke li ser kanala xwe ya Telegramê de ragihand, Yarden Bibas, hemwelatîyê Îsraîlê û Amerîkî Keith Siegel û hemwelatîyê Îsraîlê û Fransî Ofer Kalderon wê roja Şemîyê werin berdan.
Îsraîl jî li ber e ku di berdêla sê rehîneyên Îsraîlî de sibê Şemîyê 90 girtîyên Filîstînî azad bike.
Li gorî peymana agirbestê 33 rehînên ku ji hêla milîtanên Filîstînî yên li Gazayê hatine girtin, wê di şeş hefteyên pêşîn yên agirbestê de li berdêla bi sedan girtîyên Filîstînî werin berdan.