Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamasê Ragihand ku Wê Du Dîlên Amerîkî Berdane


Hamasê ragihand ku wê du hemwelatîyên Amerîkî berdan ku di 7’ê Cotmehê de dema êrîşa li Başûrê îsraîlê de hatibûn revandin.

Baskê leşkerî ya Hamsaê, Tugayên El-Qassam ji ser hesabê xwe yê Telegramê eşkere kir ku wê dayikek û keça wê ku hemwelatîyên Amerîkî ne, berdane.

Tugayên El-Qassam dîyar kir ku ew du kes bi hewilên Qatarê, jiber sedemên mirovahî hatine berdan.

“Me ew du kes berdan ku ji gelê Amerîka û cîhanê re piştrast bikin ku îdiayên Biden û rêvebirîya wî ya faşîst derew û bê bingeh in, “baskê leşkerî ya Hamasê di peyama xwe de got.

Serokê Amerîka Joe Biden di serdana xwe ya Îsraîlê de bi malbatên kesên dîlgirtî û revandî peyîvîbû û soza alîkarîyê dabû wan.

Wezareta Derve ya Amerîka jî di 16’ê Cotmehê de gotibû ku ew jibo dîyarkirina cîhên kesên dîlgirtî û vegerandina wan bi hikûmeta Îsraîlê re di hevkarîyeke xurt de ye.

Washington herwiha pisporên Amerîkî şandine herêmê ku di xebatên rizgarkirina kesên dîlgirtî de alîkarîya Îsraîlê bike.

Karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku Hamasê 200 kes dîl girtine ku temenê pirtir ji 20 kesan bin 18 salî û 10-20 ji wan jî ser 60 salî ne.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG