Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê ragihand ku ew li benda lîsta wan dilgirtîyan e ku çaverê ye sibê Şemîyê werin berdan.
Li gor plana pevguherîna dîlgirtî û girtîyên Îsraîl û Hamasê divê berdan sibê Şemîyê çêbin.
Karbidestên Îsraîlê dibêjin plan wisa ye û çaverê ye pevguherîn çêbe.
Hamas îro Înê ragihand ku Îsraîlê agibest pirtir ji 1 carê binpê kiriye.
Hamas got ku Îsraîl hatina kamyonên alîkarî dereng dixîne û nahêle ku hemî çadir û malên mobîl derbazî herêmê bibin.
Agirbesta Hamas û Îsraîlê bi qasî sê hefteyên berê destpê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio hefteya pêş serdana Rojhilata Navîn dike.
Çaverê ye Rubio bi karbidestên Îsraîlê re ser plana nû ya Donald Trump ya jibo Gaza danûstandinê bike.
Trump dibêje ewê Washington Gaza kontrol bike û ewê Filîstînîyên li wir li dewletên wek Misir û Urdunê werin bi cîh kirin, lê dewletên herêmê ser vê planê bertekên tund nîşan didin.
Jêder: AFP