Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Belavokan Derbarê Fermana Valakirina Bajarê Gaza Belav Dike


Filistînî li Rafah, li başûrê Gaza belavên hişyariya valakirinê hilgirtine, ku artêşa Îsraîlê berî operasyona leşkerî avêtine herêmê.
Filistînî li Rafah, li başûrê Gaza belavên hişyariya valakirinê hilgirtine, ku artêşa Îsraîlê berî operasyona leşkerî avêtine herêmê.

Roja Çarşemê, artêşa Îsraîlî ji hewayê belavokên ku bang li hemû rûniştvanên deverên bajarê Gazayê û bakurê wê dike ku ber bi başûr ve biçin, belavok wan herêman weke herêmên şer yên "Metirsîdar" binav dikin.

Herî kêm 29 kes roja Sêşemê li avahiyê dibistanekê li başûrê Gaza hatin kuştin. Hamas îdîa dike ku 4 roj in, artêşa Îsraîlê saziyên perwerde aramnc digire.

Berdevkê artêşa Îsraîlê îro Çarşemê bi rêya platforma X'ê peyamek weşand û bang li rûniştvanên gaza dike ku herêmên şer vala bikin.

Berdevk Avichay Adraee korîdorên ewle bi rêya nexşeya bajêr û kolanên vekirî nîşan dide.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlî, sibeha roja Çarşemê ragihand, ku li nêzîkî dibistanê "terorîstekî ji baskê çekdarî yê Hamasê" yê ku bi taybet beşdarî di êrîşa 7ê Cotmehê de ye ser Îsraîlê de kirbû, êrîşa ku bûye sedema dijwarbûna şerê niha li Gaza.

Artêşa Îsraîlê anî ziman ku ew "Niha derbarê pêzanînên ku sivîl di êrîşê de hatine kuştin lêkolîn dikin."

Êvara Sêşemê, jêderekî pizîşkî li nexweşxaneya El-Nasir li Xan Yûnis ji ajansa France-Presse (AFP) re ragihand ku hejmara nû ya kuştiyên wê êrîşa esmanî 29 kes in.

Artêşa Îsraîlî Hamas bi "binpêkirina sîstematîk ya yasayên navdewletî, bi rêya karanîna navendên sivîl û bikaranîna sivîlan wek mertalên mirovî ji bo destpêkirina êrîşên terorîstî li ser Dewleta Îsraîlê tawanbar dike", lê Hamas wê red dike.

Şer di 7ê cotmehê de li Kerta Gaza dest pê kir, piştî ku çekdarên Hamasê di êrîşeke ji nişkave û nedîtî kirbû ser hin herêmên Îsraîlê ku li gor daneyên fermî yên Îsraîlê 1200 kes ku piraniya wan sivîl in, di nav wan de jin û zarok jî hebûn di wê êrîşê de hatin kûtin û nêzî 250 kes hatbûn revandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Xezeye İsraile bi bombardiman ü operasyonen leşgeri yen tund li Zîvala Xezeyê bersiv da û di encamê de herî kêm 38 hezar û 243 kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.

XS
SM
MD
LG