Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Meşal jibo Roja Înê Banga Protestoyên Dijî Îsraîlê Dike


Rêberê berê yê Hamasê Xalid Meşal ser piştgirîya jibo Filistînîyan banga Misilmanên cîhanê kir ku roja Înê protestoyan li dar xin.

Meşal, ku niha rêvebirîya karên derve yên Hamasê dike, dîyar kir ku divê roja Înê Ereb û Misilmanên cîhanê dakevin qadan.

Wî ji Qatarê got ku divê hikûmet û gelên Urdun, Sûrîye, Lubnan û Misirê pirtir piştgirî bidin Filistînîyan.

‘’Eşîretên Urdunê, zarokên Urdunê, birayên Urdunê. Niha dema rastîyê ye û sînor nêzîkî we ne, hun hemî berpirsîyên xwe dizanin,.

Meşal taybetî li ser Urdunê sekînî jiber ku gelek penaberên Filistînî li Urdunê dijîn.

Banga Meşal ya protestoyan dijî Îsraîlê, piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên şeva Sêşemê tên ku li Gaza 200 li navendên Filîstînî xistibûn.

Wezareta Saxlemî ya Gaze dide zanîn ku li herêmê bi kêmî ve 950 kes hatine kuştin û 5000 kesên din jî birîndar bûne.

Çekdarên Hamasê roja Şemîyê li başûrê Îsraîlê yek ji êrîşên herî xwînî yên dîroka wî welatî li dar xistin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG