Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Dibêje Agirbest Dê di Demeke Nêz de Were Ragihandin


Hewildanên civata navneteweyî yên bo agirbesta Îsraîl û Filistînê didomin.

Karbidestê payabilind yê Hamasê Musa Ebu Marzuk li Lubnanê bi Al – Mayadeen re, ku wek kanaleke nêzî Hîzbulahê tê zanîn, axifî.

Marzuk dîyar kir ku ewê hewildanên bo agirbestê bi ser kevin.

‘’Ez li bendê me ku heta 1-2 rojan agirbest were ragihandin ku ew dê ser bineheke lihevkirinê çêbe.’’ Marzuk got.

Hin karbidestên ewlekarîyê yên ji Misir jî dibêjin ku Îsraîl û Filistînê bo agirbestê li hev kirine û ew ser hûrgilîyan danûstandinê dikin.

Pevçûnên dawî yên Îsraîl û Filistînê di 10’ê Gulanê de destpê kiribûn.

Karbidestên Filistînê dibêjin ku di pevçûnan de 228 kes hatine kuştin û berpirên Îsraîlê jî dîyar dikin ku bi êrîşên roketî 12welatîyan canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG