Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas: Piranîya Kuştîyên li Sînorê Gaza Endamên Me Ne


Hamasê ragihand ku piranîya kuştîyên li sînorê Gaza endamên rêxistinê ne.

Berpirsê Hamasê Salah Bardawîll dîyar kir ku ji 60 xwepêşandanerên hatine kuştin, 50 endamên Hamasê ne.

Hamasê di 30’ê Adarê de, bo rakirina dorpêça li ser Gaza dest bi xwepêşandanan kiribû. Di wan xwepêşandanan de heta niha 110 Fîlîstînî hatin kuştin û 2500 kesên din jî birîndar bûn.

Pevçûnên li herêma Gaza didomin. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ser êrîşa ji alîyê Gaza wan top avêtîye ser navenda leşkerî ya Hamasê.

XS
SM
MD
LG