Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê radyoyeke Hamasê ragihand ku Îsraîlê roja Çarşemê li Gaza êrîşeke esmanî li dar xistiye.
Reutersê da zanîn ku firoka Îsraîlê li Gaza êrîş biriye ser kampeke perwerdeyê ya Filistinê.
Hêzên Îsraîlê û Hamasê meha borî 11 rojan pev çûbûn û şer dûre rawestîbû ku ew êrîş ji wê çaxê vir ve êrîşa yekê ye.
Artêşa Îsraîlê ser nûçeya radyoya Hamasê û Reutersê hîn ti daxuyanî belav nekiriye, lê karbidestên agirkujîyê yên Îsraîlê roja Sêşemê gotibûn ku ji Gaza hin balon hatine firandin û bi wan li 20 cîhan şewat çêbûye.
Hamasê roja Sêşemê gotibû ku ewê bersîvê bidin meşa netewperwerên Îsraîlê ya li rojhilata Orşelîmê.
Serokwezîrê nû yê Îsraîlê Naftali Bennett gotibû ku gerek ew balonên şewatê çêdikin tolere nekin û wek ku Hamasê roket avêtine bersîvê bidin wê.