Du karbidestên pilebilind yên Hamasê roja Înê ragihand ku şandeke bilind ya Hamasê jibo pêşvebirina hewlên dirêjkirina agirbesteka Gazayê, li Qahîreyê wê hevdîtinan bikin.
"Şande wê roja Şemîyê jibo nirxandina qewimandinên dawîn, pêşketinên agirbestê û mijarên têkildarî destpêkirina qonaxa duyê ya peymanê bi karbidestên Misrî re bicive," yek ki karbidestan ji AFP re got.
Di hevdîtinên bi navbeynkarên Misrî re, şanda Hemasê wê bixwaze ku Îsraîl "şertên peymanê bi cîh bike, jibo qonaxa duyê ya peymanê dest bi danûstandinan bike, û derîyên sînorî veke da ku alîkarîyên mirovî derbazî Kerta Gaza bibin," wî got.
Karbidestê din got ku koma çekdar ya Filîstînî li "peymanek berfireh ku agirbesteke mayînde û tam peyda dike," digere.
Wî jibo qonaxê duyê ya peymana Gaza daxwazên Hamasê wek vekişîna tam ya Îsraîlê ji Gazayê, dawîkirina dorpêçê, nûveavakirina heremê û li ser bingeha biryarên hilcivîna Erebî ya vê hefteyê li Qahîre piştgirîya, rave kir.
Heman karbdestî got ku Hamas amade ye ku " jibo berdana hemû dîlên Îsraîlî ku di nav de hemwelatîyên Amerîkî jî hene, ser pevguhertina girtîyan danûstandinê bike".
Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê hişyarî dabû xelkê Gazayê ku ger hemû dîlên mayî yên di destê Hamasê de li Gazayê "niha, ne paşê"neyên berdan ewê "MIRI" bin.
Hisyarîya Trump hat, piştî ku rêvebirîya wî piştrast kir ku karbidestên Amerîkî bi Hamasê re rasterast danûstandin kirine, û ew ser azadkirina dîlên Amerîkî yên li Gazayê ragirtî ne, disekinin.
Tê bawer kirin ku di nav dîlên di destê Hamasê de mane de, 5 hemwelatîyên Amerîkî ne ku 4 mirine û yek, Edan Alexander sax e.
Qonaxa yekê ya agirbestê dawrîya heftiya borî dawî bû, piştî aramîya rêjeyî ya 6 hefteyan ku pevguhertina dîlên Îsraîlî û girtîyên Fîlîstînî jî pêk hatin.
Dema Îsraîl dixwaze qonaxa yekê ya peymanê heta nîvê Nîsanê dirêj bike, Hamas israr dike ku derbazî qonaxa duyê ya peymanê bibe, ku divê pêşengîya dawîbûna mayînde şer bike.
Ji 251 dilên ku Hamasê di êrîşa xwe ya di Cotmeha 2023’an de revand ku şer da destpê kirin, 58 ji wan li Gazayê mane, ku artêşa n Îsraîlê dibêje 34 mirine.
Jêder:AFP