Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adalet Şare: Festîvala Filmên Kurdî bo Nasandina Hunera Kurdî Derfetek Baş E


Adalet Şare
Adalet Şare

Di 26 Cotmehê de Festîvala filmên kurdî li Hamburg gera xwe ya 13mîn lidar xist, ku ta 31 Cotmehê berdewam kir bi amadebûn û beşdariya jimarek ji derhêner, hunermend, lîstkvan û hin kesayetên din ku li ser çand û hunera kurdî dixebit.

Ev festîval bi karê komî û xwebexşî birêve diçe, ku li nav keç û xortên bajarê Hamburg tê amadekirin û birêvebirin.

Mamoste Adalet Şare ji 10 salan ve di nav koma amdekar ya festîvalê de cih girtiye û li ser dixebte.

Ew li Wêranşarê ji dayik bûye, û di temenê 8 salî ve tevî malbata xwe koçberî Elmanya bûn û ta roja îro li wir dijî.

Seroka Komela Çanda kurdî ya Hamburgê ya Zarok û ciwana ye.

Ew dibêje, ku ev Festîval hate damezrandin bi mebesta pênasîna çanda kurdî bi xelkên biyanî re û ya din jî ku kurdan li hev kombikin û hunera kurdî li diyaspora geş bikin.

Li ser vê sala festîvalê dibêje, ku pirr baştir bû, ji ber riya çûn û hatinê vebûye û ya din jî dost û hevalên kurdan pirtibûne û piştgiriyê didin hunera kurdî.

Îsal dibin navê Jin, Jiyan, Azadî festîval lidar ket ji ber rûdawayên dawî li Kurdstana Îranê û Îran bi giştî.

Adalet dibêje, ku îsal 26 film beşdarî festîvalê bûn , û xelat jî hebûn , her wiha jî panêl û giftûgo jî din nav çalakiyan de jî hebûn.

Ew dibêje, ku sal bi sal çêkirina filmên kurdî baştir dibe û hêdî hêdî sînema kurdî tê ava kirin û berhmên pirr baş çêdibin,

Ew geşbîne ku sînema, huner dikarin bi awayekî pirr balkêş û ciwan kurdan bi cîhanê bidein naskirin, ji be vê yekê jî ew dest ji xebatên xwe berdande.

Deng û Reng-Adalet Şare-Mon-10-31-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:45 0:00

XS
SM
MD
LG