Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîroka Xemgîn ya Hamdîye Şik ku ji Alîyê Hevjînê Xwe Hat Kuştin


Hamdîye Şik û kurê wê Kadir
Hamdîye Şik û kurê wê Kadir

Hamdîye Şik jineke 60 salî bû ku bi destê hevjîn û kurhilîyên xwe roja Şemîyê li gundekî Amedê hate kuştin.

Kurê wê Kadir, ku di heman êrîşê de birîndar bûbû, roja Yekşemê jîyana xwe ji dest da.

Bûka Hemdîye, Fatma kêlîyên berîya êrîşê bi telefona xwe tomar kiriye.

Hawa ku biraza Hemdîye ye, ji Dengê Amerîka re behsa çîroka meta xwe kir.

"Mêrê meta min, Mahmut Karaaslan, hê nû zewicîbûn, hêwî anîye ser meta min. Ew di nava jin û zarokên xwe de ne adil bû. Meta min di nav hebûnê de, tunebûnê jîya."

Ew dide zanîn ku Mahmud û sê kurên wî yên ji jina biçûk qorîcî bûne. Li ser zevîyên ku heqê Hemdîye û zarokên wê jî tê de heye, xwestîye xanîyekî nû ava bike.

"Meta min dibêje ku heqê wê û zarokên wê jî di erd û xanî de heye. Ew dixwaze ku hevjînê wê di nav zarokên xwe de bi dadmendî biryaran bide. Lê, Mahmut Karaaslan û sê kurên wî yên qorîcî, meta min, her du bûkên wê û nevîyan gulebaran dikin.”

Her du kurên wê, Mihemed û Kadir, bi hewara wan diçin, lê bav û birê wan bi çekan berî wan jî didin dû re Mahmut Karaaslan û çar kurên xwe direvin.

Gundîyan birîndar birine nexweşxanê, lê Hemdîye di rê de, kurê wê Kadir jî du roj piştî dayika xwe li nexweşxanê mir.

Niha kurê Hemdîye Mihemed û hevjîna wî Bihar, li nexweşxanê tên derman kirin lê rewşa herduyan jî giran e.

Gundî didine zanîn ku her pênc êrîşkar roja Yekşemê hatin desteser kirin.

KHF_Çîroka Xemgin ya Hamdiye Şik
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00

XS
SM
MD
LG