Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saad el-Herîrî Bo Avakirina Hikûmetê Lîstek Nû Pêşkeş Dike


Serokwezîrê Lubnanê Saad el-Herîrî û Serok Michel Aoun
Serokwezîrê Lubnanê Saad el-Herîrî û Serok Michel Aoun

Serokwezîrê destnîşankirî yê Lubnanê Saad el-Herîrî îro Çarşemê lîsteyeke kabîneya nû pêşkêşî Serok Michel Aoun kir.

El-Herîrî piştî hevdîtina bi Aoun re bi rojnamevanan re axifî û got, "Niha kêlîya rastîyê ye. Jibo min ev hikûmeta dikare dest bi rizgarkirina welat bike û hilweşînê rawestîne."

Serokê welêt Michel Aoun bi daxuyanîyeke dîyar kir ku ewê li ser lîsteya el-Herîrî lêkolîn bike da ku bigehîje biryareke.

Di nava lîsteya el-Herîrî de hatiye pêşniyar kirin ku 24 wezîrên teknokrat yên pispor hebin.

Pêşnîyara el-Herîrî, gor nexşerêya Fransayê ku avakirina hikûmetek pêbawer daxwaz dike jibo alîkarîya biyanî ya pir pêwîst bikaribe reforman pêk bîne, hatiye amade kirin.

Pêşnîyarên berê jî bo hikûmeteke ji teknoratan pêk dihat, lê her car ji hêla Aoun ve hate red kirin.

Lê, ne dîyar e ku ev lîsteya nû bi çi rengî cûda ye yan heke Aoun wê red bike, dê çi bibe. Pêşnîyara îro bo avakirina hikûmetê wek hewildana dawî ya Herîrî tê nirxandin.

Televîzyona El Hedeth ya Saûdîyan pêştir ragihandibû ku Qahîre ji Herîrî xwestîye ku ew dev ji hewldanên xwe ber nede.

Çavkanîyên li Qahîreyê ji Reuters re gotine ku Misirê jibo hikûmeta nû soza piştgirîya aborî daye û ew û dekegasyoneke di demek kurt de serdana Beyrûtê, bike.

Lubnan di nava krîzeke darayî ya kûr de ye ku ji şerê navxweyî yê 1975-1990'an vir ve, xeterîya herî mezin ya li hemberî aramîya welêt e.

Teqîna li bendergeha Beyrûtê ya di 4'ê Tebaxa 2020'an de, heremên mezin yên paytext hilweşand, 200 mirin û bi hezaran kes birîndar bûn.

Ji alîyê din, di navbera serokwezîrel-Herîrî û serok Michel Aoun de, li ser navnîşkirina wezîrên kabîneyê, ev deh meh in, pirsgirêkên girîng hene, dema ku Lubnan pirtir ber bi hilweşîna aborî ve diçe.

Di bin sîstema dabeşkirî ya desthilatdarîya mezhebî de, divê serokê Lubnanê Krîstîyanek be û serokwezîr jî Misilmanek Sunî be.

Serokê niha Aoun yê Krîstîyan, hevalbendê tevgera Şîa ya Hîzbullah ya ku Îran piştgirîya wê dike, ji hêla Amerîka ve weke rexistinek terorîst tê bi nav kirin.

Herîrî, siyasetvanekî navdar yê Sunî, got ku rêka yekane ji derketina alozîya Lubnanê, sererastkirina têkilîyên bi cîranên xwe yên Ereb re ye.


XS
SM
MD
LG