Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harîrî: Ezê Heta Çend Rojan Vegerim Lubnanê


Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî, ku karvekişîna xwe ragihandibû, piştî biryara xwe cara yekê axifî.

Harîrî, ku 4’ê Mijdarê de li Erebîstana Saudî karvekişîna xwe ragihandibû, dîyar kir ku dibe ku karvekişîna xwe betal bike.

Harîrî ev daxuyanî, li Rîyadê da Future TV ya nêzî partîya wî ya siyasî.

Harîrî da zanîn ku jibo ku karvekişîna wî li gor qanûna bingehîn were pejirandin ewê vegere Lubnanê, lê wî herwiha dîyar kir ku ger ew biryara xwe betal bike, divê Hizbullah ji siyaseta Lubnanê ya dûrî kêşeyên herêmê disekine re rêzê bigire.

Harîrî dîyar kir ku dê di nava çend rojan de vegere Lubnanê û got ku ‘’Min jibo berjwendîyên welatê xwe karvekişîna xwe da.’’

XS
SM
MD
LG