Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Jibo Kontrolkirina "Mayînde" Ya Çekan Bang li Kongresê Dike


Kamala Harris di axiftinekê de li Georgia
Kamala Harris di axiftinekê de li Georgia

WASHINGTON, 24 Adarê, di hevpeyvîneke televizyonî de li gel kenala CBS News, Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka bang li kongresê dike da ku jibo hebûna kontrola dayîmî li ser çekan dest bi kar bikin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî dûr nabîne ku biryareke qanûnder derbarê serederiya li gel çekan û tûndiya heyî der bixe, lê divê pêşî Kongres yasaya kontrolkirina li ser çekan derbaz bike.

Daxwaza bi bandor û karîger roja Çarşemê ji Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka hat. Harris di bernama "Serê Sibê de" ya kenala CBS News de got, Biden amadekarî kirine ku 2 briyarên qanûnder yên girêdayî çekdan û tûniyên vê dawiyê îmza bike.

Proje Yasa ji aliyê Kongresê de ya ku Demokrat rêbertiya wê dikin hatiye erê kirin, û Civata Nûneran ya hejmara herdu partiyan gelek nêzîkî heve hatiye hişyar kirin ku yasayê derbaz bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku kontrolkirina li ser çekan demek dirêje di rojeva siyasî ya Washingtonê daye, jiber ku kirîna çekdan ji aliyê her kesî de li Amerîka asankarî heye, her tim êrîşên çekdarî çê dibin û gelek kesên bêtawan dibin qurbanên wan êrîşan.

Êrîşa herî dawî li eyaleta Georgia pêkhat çendîn kes bûne qurbana wê êrîşê û piraniya kesên hatîn kuştin jinên ji esl de yên Asyayî bûn.

XS
SM
MD
LG