Qesira Sipî ragihahd ku Cîgira Serokê Amerîka, Kamala Harris wê di dawîya Adarê de serdana Afrîqayê bike.
Berdevka Cîgira Serok, Kirsten Allen bi daxuyanîyekê got ku ev serdan wê hevkarîya Amerîka ya bi tevahîya Afrîkayê bi hêz bike û hewilên hevbeş yên ser ewlehî û xweşhalîya pêş bixe.
Serdana Harris di vê demê de tê ku Washington dixwaze bi xurtkirina cîhanî ya bi pêşengîya Pekînên, hebûna xwe li parzemîna Afrîqayê ji xwe re bi awayekî berbiçavtir nîşan bide.
Harris plan dike ku ji 26 heta 29'ê Adarê li Gana, paşê ji 29 heta 31'ê Adarê li Tanzanya û dû re jî di sekenoka dawî ya gera xwe de ji 31'ê Adarê heta 1'ê Nîsanê li Zambîya be.
Allen got ku di rojeva Harris de mijarên wek pêşvebirina demokrasî, guherîna jîngeh û îqlîmê, bihêzkirina aborî ya jinan û ewlehîya xwarinê wê hebin.
“Harris, xencî bi serokên her sê welatan, herwiha bi rêberên ciwan, kardaran, karsaz û endamên dîyasporaya Afrîqî re hevdîtinan bike, “Allen got.
Hêjayî balkişandinê ye ku serdana Harris ya Afrîqa girîng û balkêş tê dîtin, jiber ku ew cîgirsa seroka yekê ye ku wek jinek û Amerîkayeke Reş li ser posta xwe ye, serdana wê parzemînê dike.