Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî Amerîkî Serdana Barzanî Dike

Joshua Harris Karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraq û Mesûd Barzanî Serokê PDK'ê
Joshua Harris Karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraq û Mesûd Barzanî Serokê PDK'ê

Baregeha Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyanîyekê de ragihand ku Barzanî li ofîsa xwe pêşwazî li karbirêkarê balayozxaneya Amerîkayê li Îraqê kir û li ser pirsên li Îraq û deverê gotûbêj kirin.

“Roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Joshua Harris, berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqî kir,” daxuyanîyê got.

Di hevdîtinê de, berpirsê Amerîkî tekezî li ser piştgirîya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de kir û rola Barzanî di pêvajoya siyasî ya Îraqê de ji sala 2003ê heta niha û di siberojê de bilind nirxand.

Harris diyar kir ku Amerîka daxwazkarê berdewamkirina hevpeymanîya stratejîk a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ye û girîng e ku Îraq xwedî biryara xwe ya xweser û serwerîya xwe be û berjewendîyên xwe bixe pêş.

Ji alîyê xwe ve, Barzanî tekez kir ku divê yasa û destûra Îraqê serwer bin û hevparî, hevsengî û lihevhatin bingeha serekî ya peywendîyên di navbera Herêm û Bexdayê de bin.

Wî herwiha got ku di hikûmeta siberojê ya Îraqê de destûr bi temamî were cîbicîkirin û dawî li wan reftarên nerast ên li ser budce û mafên gelê Kurdistanê were anîn.

Daxyunî dibêje, Barzanî diyar kir ku pêwîst e Îraq siyaseteke serbixwe hebe û peywendîyên hevseng bi cîranên xwe re biparêze.

Rewşa Sûrîyê û pêvajoya siyasî ya herêmî jî di nav mijarên serekî yên hevdîtinê de bûn, li gor daxuyanîyê.

XS
SM
MD
LG