Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgira Serokê Amerîka Harris ligel Serokê Fransî Dicive


Serokê Fransî Emmanuel Macron îro Çarşemê li Qesra Elysee mêvandarîya Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris dike, jibo gotûbêjên derbarê guhertina hewayê, aborî û saxlemîya cîhanî.

Karbidestekî payebilind yê hikûmeta Amerîkî do Sêşemê ji rojnamevanan re got ku ev civîna dualî girîng e jiber ku peywendîya Amerîka bi Fransa re peywendîyeke cîhanî ye û Fransa û hevalbendên din yên Ewrupayî jibo siberoja Amerîkayê girîng in.

Serdana cîgira serokê Amerîkî dawîtirîn gav e jibo baştirkirina peywendîyên sar yên navbera Amerîka û hevalbenda wê ya herî kevin.

Peywendî di navbera herdu welatan de daketin asteke nizim ya dîrokî li meha Îlonê dema ku Australia peymanek bi 65 milyon dolar jibo kirîna keştîyên binavî yên franî betal kir û li şûna wê peymanek bi Amerîka û Brîtanya re îmze kir jibo çêkirina keştîyên binavî ku bi hêza navokî kar dikin.

Serokê Amerîkî Joe Biden meha borî li Romayê ji Macron re got ku Amerîka di wê danûstandina ligel wê meseleyê de “ne jîr” bû.

Hêjayî gotinê ye ku Harris dê roja Pêncşemê nûnertîya rêvebirîya Biden li Foruma Aştîyê ya Parîsê bike û roja Înê jî dê beşdarî hilcivînekê derbarê Lîbyayê bibe.

XS
SM
MD
LG